|
|
Rojname
|
Bi mirina Arafat re, tengezariya navebera Îsraîl û
komên Fîlîstînê mezin dibe. Îsraîlê, hêzên xwe yên polîs û eskerî, xist rewsa
ser û di teqîna bombeyî ya li Ramallahê de jî 2 kes mirin.
Bi mirina Arafat re, tengezariya navebera Îsraîl û komên Fîlîstînê mezin
dibe. Pistî xwenpêsandanên Fîlîstîniyan ên li Ramallah û Rojhilatê Qûdisê,
Îsraîlê tevahiya hêzên polîs û eskerî xist rewsa alarma asta herî bilind a bi
navê D.
Serokwezîrê Îsraîlê Arîel Saron da xuyakirin, ku ew dikarin bi rêveberiyeke
nû ya Fîlîstînê re dest bi hevdîtinan bikin. Saron diyar kir, plana vekisîna
yekalî ya ji Gazzeyê, wê pistî hevdîtina bi rêveberiya Fîlîstînê re bikeve
meriyetê.
Di vê navberê de, li gorî nûçeya televîzyona Îsraîlê, li ber Zanîngeha Zeyt a
li Ramallahê, masîneke bombe-barkirî teqiyaye û di encamê de 2 kes mirine, 2 kes
jî birîndar bûne.

Niwiskar Sivane
|
|
|
|
|
|
Bi boneya salvegera 5-ê Cotmehê, roja destpêkirina projeya “serjimatina awarte”
ya nijadperest, ya ku di encamê de îro roj bi qasî 250 000 kurd li rojavayê
Kurdistanê ji mafê nasname û hemwelatiya Sûriyê hatina bêparkirin, rêxistinên
Ewropa yên Tevgera Siyasî ya Kurd li Sûriyê xwepêsandaneke astiyane li dijî
berdewamiya desthilata Sûriyê di siyaseta xwe ya soven beramberî gelê kurd û
binpêkirina seretayîtirîn mafên netewî yên rewa li dar dixin.
Xwepêsandêr
dê di vê çalakiya xwe de ji hikûmeta holendî, ya ku nuha serokatiya Yekîtiya
Ewropayê dike, bixweze ku ew pestê li desthilata Sûriyê bikin, da ku ew dest ji
kiryar û projeyên xwe yên nijadperest beramberî gelê kurd berde. Nemaze jî
projeyên weke “serjimartina awarte” û “kembera erebî”. Herweha ji bo
serbestberdana hemû girtiyê siyasî û yên hizr û baweriyê.
Xwepêsandêr dê
herweha ji hikûmeta holendî bixwezin ku ew doza kurdî têxîne rojeva Yekîtiya
Ewropayê, da ku Yekîtiya Ewropayê jî çareserkirina doza kurdî weke merceke
bingehîn ji lihevkirina bi Sûriyê re, ya ji bo ketina Hevpariya Ewropa,
destnîsan bike.
Hêjayî gotinê ye ku rêxistinên amadekar dê memorandumekê
fereh li ser rewsa gelê kurd li Sûriyê, siyaset û projeyên desthilata soven û
nijadperest û li ser daxwezên gelê kurd yên netewû û demokrat pêskêsî Komîteye
Karûbarên Derve ya Perlemana Holendî bikin.
Xwepêsandan dê roja 5-ê
Cotmehê (Çiriya Pêsîn) li bajarê Den Haaq (Lahay) li dar keve. Ew dê li katjimêr
12.00 ji pês stationa tirênê ya sereke bi rê keve û berê xwe bide perlemana
holendî.
Hemû rêxistin, komele, dezgeh û kesayetiyên serbixwe
vexwendiyê wê yekê ne, ku bi besadarbûna xwe siyaseta soven riswa bikin û dengê
doza gelê kurd ya rewa û dadmend bilind û bilind bikin.
|
|
|
Navnîsana kombûnê: Den haaq Cs (Malieveld) Dem: 05.10.2004 Kat:
12.00
|
|
|
|
|
 |
|
 |
|
Besar el-Esed: netewa kurd neteweyeke bingehîn ji civaka Sûriyê ye
Di hevpeyvîneke televisiyonî ye dirêj de, ku
rêzdar Xesan Bin Cido ligel serokomarê Sûriyê dr. Besar el-Esed re çê kiri bû û
di televisiona el-Jezeera de roja 01.05.2004-an hati bû wesandin, serokomarê
Sûriyê ragihand ku “netewa kurd neteweyeke bingehîn ji civaka Sûriyê ye”.
Herweha wî ragihand ku “ew Kurdên ku ji hemwelatiya Sûriyê hatine bêparkirin
welatiyên Sûriyê ne û kêseya wan jî li ser riya çareserkirinê ye”.
Li ser
bûyerên Adarê jî serokomarê Sûriyê ragihand ku “lêkolînên ku heta nuha hatine
kirin tu destêwerdaneke derveyî di bûyerên Qamislo de nadin xuyakirin”. Bi vê
yekê jî dr. Besar el-Esed li tersî ragihandinên wan kesan derdikeve – çi yên di
desthilatê de, çi yên di “rikdariyê” de – yên ku digotin “ev komployeke derveyî
ye” û bi destên hêzine derveyî hatiye livandin.
Tistê balkês ew e ku
televisiyona sûrî ev hevdîtina dubare wesand, lê tistê ku girêdayî Kurdan e di
wê qaso-dubarekirinê de tuna bû!!! Tevî wê jî televisiyonê ragihand ku ev
hevdîtin bi temamî hatiye wesandin. Gelo ma kanala el-Jezeera di mala kîjan
welatiyê Sûriyê de nîne? Ma heta kengî wê sovenîstên Sûriyê serê xwe di qûmê de
bigevisînin? Ma wê heta kengî xwe ji xelkê xwe re jî, ji cîhanê re jî bikin
qesmer û pêkenok?
Ev ragihandinên weha helbet di siyaseta Sûriyê de ne
tenê tistekî nû ye, lê pir û pir balkês û girîng in. Lewre ku ew ji devê serokê
dewletekê ne, ku destûra wê ji ereb û erebîtiyê pê ve tu tistekî din li welêt ne
nas nakin, ne jî dibînin. Ji aliyekî din ve ew ji devê emîndarê gistî ya partiya
Be’s ya panarabist, ya ku hebûna tu neteweyên din ne tenê li Sûriyê lê li tevaya
“nistîmana ereb” napejirîne. Heya nuha desthilat û partiya ku dr. Besar el-Esed,
xwediyê gotinê jorîn, serokatiya wan dike hebûna Kurdan li Sûriyê nepejirandî û
heta ji destê wan hatî dane xwe ku bi hemû awayên hov û tund siyaseta xwe ya
soven û nijadperest li dijî gelê kurd berdewam bikin û hebûna Kurdan, ku
neteweya didoyê li Sûriyê ye, bincil bikin û wan di çarçewa erebkirinê de
bipisêfin. Lê tevî hemû kiryarên wan yên hov, tund û dirinde gelê kurd hebûna
xwe bi mêranî parast û ji dijminan re jî, ji dostan re jî da çespandin ku bê
çareserkirina pirsa wî ya netewî tu aramî û hêmenî ne li Sûriyê û ne li herêmê
pêk nayê. Xwedîlixwederketina Avdarê jî nimûneya herî berz û beloq e.
|
|
|
|
|
|
 |
|
 |
|
Li gor agahiyên ku gihane efrin.net-ê, destlata sûrî ya “welatparêz û
pêsverû” rê li pês derketina siyasetmedarê mirovhez û demokrat girt û ne hêst ku
ew vexwendina perlemana danîmarkî bi cî bîne û here Danîmark. Pasporta wî pêr
(24.06.2004) li balafirgeha Samê jê hate standin û ew bi hovîtî, li gor daxweza
ewlekariya siyasî ji riya Danîmarkê hate kirin.
Weke tête zanîn rêzdar
Fatêh Camûs dikir ku rojên 26. û 27. vê heyvê li Danîmark di konfiranseke li ser
rewsa gelê kurd de besdar bibe. Ew ji aliyê "Encûmena pistgirya gelê
Kurdistanê", ya ku ji hin perlemanterên danîmarkî û kesine din e serbixwe pêk
tê, bo wê konfiransê hati bû vexwendin.
"Encûmena pistgirya gelê
Kurdistanê" konfiransek di van du rojan de, di perlemana danîmarkî de li dar
dixe. Di konfiransê de tevgera siyasî ji her çar perçên Kurdistanê, nûnerên
dewletên ku Kurdistan di bin destên wan de ye û gelek kes perlemanter û
dîplomasiyên ewropî dê besdar bibin û doza kurdî goftûgo bikin. Vêca ji bilî
hevalên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê ji perçê me dê Fatêh Camûs
jî besdar bûbe, da ku weke kesekî serbixwe boçûnên xwe li ser vê doza rewa û
dadmend anî bana zimên.
Hêjayî gotinê ye ku rêzdar Fatêh yek ji wan kesan
e, yên ku demeke dirêj (18 sal) ji ber dîtin û helwestên xwe yên siyasî di
girtîgehên rêjîma sûrî de derbas kirine.
Helbet ev karê polîsane ne tenê
lihevkirin û peymanên navnetewî yên girêdayî mafên mirovan bin pê dike, lê belê
ew destûra sûrî bi xwe jî binpê dike û careke din dide xuyakirin ku desthilata
Samê hemû guhartinên li cîhanê bi pas guhan de davêje û dixweze ku di siyaseta
xwe ya çewsandin û bindestkirinê de berdewam bike. Ev jî bi ti awayî nakeve
rajeya parastina “yekîtiya nistîmanî”, ya ku vê rêjîmê ji xwe re kirî benîstekî
sev û rojan. Tersî wê, ev kar bas dide xuyakirin bê ka kî yekîtî û pêsdeçûna
nistîmanî dixe bive û tehlûkeyeke herî mezin.
|
|
Kurd Webmaster Sivane E/mail kobani_online@yahoo.com
|
|
|
|
|
|
|